Şam-SANA
Wezareta Karên Derve û Koçberan, destpêkirina pêveka nû ya pejirandina konsolxaneyê ragihand, ev pêngav ji bo pêşxistina sîstema pesendkirinê, bihêzkirina ewlehîya belgeyên fermî yên Sûrîyê û nehiştina metirsîyên pêlîstina sextekarî, tê.
Rêveberê Rêveberîya Konsolxaneyê, Mihemed El-Umer, dîyar kir ku ev pêvek xwedî sîstemeke taybet ya parastina li ser gelek astan e, ku dihêle dersxistina kopîyeke wekî wê yan jî dubarebikaranîna wê, pir zehmet be; ku ev yek bawerîya bi belgeyan li ser asta navxweyî û navdewletî xurttir dike.
El-Umer destnîşan kir ku ev nûjenkirin di çarçoveya projeyeke giştgîr de tê, ji bo pêşxistina xizmetguzarîyên konsolxaneyê û bilindkirina karîgerîya şandeyên dîplomatîk û ofîsan, bi awayekî ku li gora nasnameya dîtbarî ya nû ya dewleta Sûrîyê be.
Her weha tekez kir ku pejirandina vê pêvekê li ser asta cîhanê, bi mebesta parastina mafên welatîyan û yekkirina dîmena fermî ya belgeyan e, da ku bawerîya sazîyan bi belgeyên ku ji alîyê Komara Erebî ya Sûrîyê ve tên derxistin, zêdetir bibe.