Heseke – SANA
Rêveberîya Ewlehîya Hundirîn li Hesekê îro Duşemê biryarek derxist ku li gorî wê hilgirtin û gera bi çekan li hundirê bajarê Hesekê qedexe ye; hilgirtina çekan tenê di destê dewletê de tê sînordarkirin ku ew jî hêzên fermî yên ewlekarî û leşkerî ne di dema bicihanîna erkên xwe de.
Rêveberîyê di daxuyanîyekê de ragihand ku ev biryar ji bo parastina aramîya giştî, misogerkirina ewlehî û selamatîya welatîyan, her wiha ji bo rêgirtina li ber her cure alozî, bêserûberî û tirsandina xelkê hatiye derxistin.
Di daxuyanîyê de hat dupatkirin ku her kesê vê biryarê binpê bike dê rastî rêkarên tund were; çeka wî dê bê desteserkirin û bêyî nîşandana tu nermîyê hemû rêkarên yasayî yên pêwîst li hemberî wî bên girtin.
Rêveberîya Ewlehîya Hundirîn bang li daniştvanên Hesekê kir ku bi temamî hevkarîyê bi hêzên ewlehîyê re bikin û di dema dîtina her binpêkirinekê de sazîyên pêwendîdar agahdar bikin.