Şam – SANA
Desteya Niştimanî ya Windayan ragihand ku wan bersiv daye agahîyeke derbarê gumanbûna hebûna goreke bikom li herêma Şiqêf a Helebê. Desteyê bi hevahengîya Berevanîya Sivîl gavên parastina cihê navborî avêtin. Her wiha hişyarî da ku her destwerdaneke bêyî destûr wekî binpêkirineke qanûnî ya giran tê hesibandin, û bang li welatîyan kir ku bi rêyên fermî agahîyan bidin da ku belge û term werin parastin.
Hejmara telefonê: 00963934009384
E-mail: secretaria@ncmp.gov.sy
Desteyê ragihand ku wan bersiv daye agahîyên li ser herêmên gumanbar ên gorên bikom li taxa “Şêx Se′îd” a Helebê û “Temani′e” ya Idlibê. Hêjayî gotinê ye ku alîyên peywendîdar berê gorên ku termên bi sedan qurbanîyên rejîma berê tê de bûn dîtibûn; di heman demê de, belgeyên Tora Sûrî ya Mafên Mirovan nîşan didin ku ji sala 2011an ve nêzîkî 177 hezar kes bi darê zorê hatine windakirin.