Şam-SANA
Bi beşdarîya zêdetirî 100 ajokarên motorsiklêtan ên profesyonel ji Sûrîyê û çend welatên Ereb, îro ji ber avahîya Wezareta Geştyarîyê li Şamê çalakîyên geşta yekem a motorsiklêtan bi navê “Sûrîyê Kifş Bike” dest pê kirin.
Ev çalakî bi çavdêrîya Wezareta Geştyarîyê û bi rêkxistina Wezareta Werziş û Ciwanan bi hevkarîya Yekîtîya Biskilêtsiwarên Sûrîyê tê lidarxistin.
Ev geşt heta 26ê Tîrmehê berdewam dike û serdana hinek şûnwarên herî navdar ên geştyarî û dîrokî li xwe digire, wekî Keleha Kurdan (Husn), Wadî El-Nesara (Gelîyê Mesîhîyan), bajarokên El-Meşta û El-Kefrûnê heta ku bigihîjin bajarê Tertûsê.
Armanca vê geştê ew e ku xeysetên geştyarî, xwezayî û dîrokî yên dewlemend ên Sûrîyê werin nasandin.
Alîkarê Wezîrê Werziş û Ciwanan Cemal El-Şerîf di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê piştrast kir ku ev geşt di çarçoveya piştgirîya kampîna “Sûrîya bê madeyên hişbir” de tê kirin.
El-Şerîf dîyar kir ku ev çalakî rola wezaretê di belavkirina hişyarîyê û xurtkirina çalakîyên werzişî yên armmancdar de nîşan dide.
Her wiha navborî destnîşan kir ku ev yek alîkarîya nasandina şûnwarên geştyarî û mêjûyî dike û taybetmendîyên Sûrîye ji bo piştgirîya sektora geştyarîyê (wekî yek ji jêderên aborîya niştimanî), derdixe pêş.








