Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ duh Duşemê li Koşka Gel li Şamê, bi hejmarek nûnerên çîna ciwanan ji destpêşxerî û sektorên cuda re civîya. Di civînê de Serok guhdarîya nêrîn û dîtinên wan ên derbarê rêyên bihêzkirina ciwanan û pêşxistina behreyên wan kir, daku rola wan di pêvajoya avakirina niştimanî de xurt bibe.
Serok El-Şeri’ di hevdîtinê de tekez kir ku ciwan di qonaxa bê de bingeheke sereke ne, û bal kişand ser girîngîya amadekirina jîngeheke ku rê bide wan ji bo afirînerî û beşdarbûna çalak di geşepêdana civakî de. Li dawîyê jî, Serok El-Şeri’ bal kişand ser pêdivîya xurtkirina bernameyên jinûve perwerdekirin û tevlîkirina ciwanên xwedî pêdivîyên taybet di civakê de.






