Heleb-SANA
Roja Yekşemê, yekem barê genim bi trênê ji bendera Laziqîyê gihîşt navenda Til Bilatê ya parêzgeha Helebê.
Ev yek piştî wê yekê hat ku zêdetirî 14 salan veguhestina bi rêya hesinî bo navendê rawestiyabû. Ev pêngav jî nîşana vegera geştên trênê ye.
Di geşta ceribandinê de, qasî 1500 ton genim hat veguhestin û li ser du beşan hat dabeşkirin. Beşa yekem îro gihîşt û tê payîn ku beşa duyem jî di geşteke din de bigihîje.
Rêveberê Giştî yê Hêlên Hesinî yên Sûrîyê Endezyar Usame Hedad ji SANAyê re ragihand, ev destkeftî di çarçoveya planeke berfireh de ye ku di destpêka sala 2025an de ji bo nûjenkirina sektora rêyên hesinî piştî ziyanên mezin ên lê ketibûn, dest pê kiribû.
Hedad, da zanîn ku tîma teknîkî bi derfetên xwecihî di nava hefteyekê de xeteke bi dirêjahiya 650 metreyan sererast kirîye.
Ji aliyê xwe ve, Rêveberê Giştî yê Sazîya Genim li Helebê Endezyar Mehmûd Ebûbekir, amaje bi wê yekê kir ku armanca veguhestina genim bi rêya trênê ew e ku rojane karibin zêdetirî 1500 tonî veguhezînin û di paşerojê de jî bo derveyî welat hinarde bikin.




