Şam – SANA
Artêşa Sûrîyê yekîneyên bergirîyê li ser sînorên ligel Libnan û Iraqê belav kirin, bi armanca kontrolkirina ewlehîyê û rêgirtina li qaçaxçîtîya çek û maddeyên hişbir. Wezareta Bergirîyê tekez kir ku ev gav wekî tedbîreke xweparastinê û serwerîyê ye ku armanca wê çavdêrîkirina xeta sînor û kontrolkirina dergehan e, bêyî ku tu welatekî bike armanc.
Wezareta Bergirîyê eşkere kir ku belavbûna artêşê bi armanca parastina gundên sînorî ji torên qaçaxçîtîyê û komên derveyî yasayê ye, û her wiha ji bo dilrehetkirina xelkê bi aramîya sînoran e. Her wiha wezaretê tekezî li ser bidawîkirina rêbaza “rejîma berê” kir, ya ku erdnîgarîya sînorî ya aloz di karên nexwestî de ji bo fişara sîyasî li ser welatên cîran bi kar dianî.