Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Wezareta Navxweyî ya Sûrîyê: Planeke Ewlehîyê ji bo Hesekê hat Amadekirin û Rewşa Kampa Holê tê Guhertin
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Nûçeyên cîgehî > Wezareta Navxweyî ya Sûrîyê: Planeke Ewlehîyê ji bo Hesekê hat Amadekirin û Rewşa Kampa Holê tê Guhertin

Wezareta Navxweyî ya Sûrîyê: Planeke Ewlehîyê ji bo Hesekê hat Amadekirin û Rewşa Kampa Holê tê Guhertin

Hat weşandin: 2026/02/25 5:29 PM
Hat nûkirin: 2026/02/25 5:29 PM

Şam – SANA

Berdevkê Wezareta Navxweyî Nûredîn El-Baba di konferanseke rojnamevanî de ragihand ku Wezaretê planeke belavbûna ewlehîyê ji bo parastina parêzgeha Hesekê amade kiriye. Ev plan hevdem ligel ketina yekîneyên Artêşa Sûrîyê û ji bo serxistina peymana di navbera hikûmeta Sûrî û HSDê de hatiye îmzekirin, tê meşandin.

El-Baba bal kişand ser rewşa kampa Holê û got: “Rewşa mirovî di hundirê kampa Holê de bi her rengî şokdar bû û dişibî kampa girtina bi darê zorê. Bi hezaran kes bi salan di şert û mercên dijwar de li herêmeke nîv-çolî ya bê binesazî hatibûn girtin, ev yek jî li dijî prensîbên bingehîn ên dadwerî û mafên mirovan e”.

Berdevk dîyar kir ku ji kêlîyên pêşîn ve, Wezareta Navxweyî dest bi kontrolkirina ewlehîyê, girtina qulên dîwarê kampa Holê û parastina derdora wê kiriye. Cih xistiye bin çavdêrîya alîyên peywendîdar û bi hevkarîya rêxistinên civaka sivîl hewcedarîyên mirovî dabîn kirine. Her wiha dest bi kontrolkirina zanyarî û belgeyên nasnameyên girtîyan hatîye kirin.

Derbarê kesên ku ji kampê derketine, El-Baba destnîşan kir ku Wezaret rewşa kesên ku bi awayekî bêserûber derketine dişopîne; piranîya wan vegerandin û rewşa wan a yasayî birêkûpêk kirin. Niştecihên kampê jî bo cihekî alternatîf hatin veguhastin ku tê de mercên mirovî baştir in û gihîştina bi wî cihî hêsantir e.

Hikûmeta Sûrî tekez dike ku nêzîkatîya wê li ser bingeha rêzgirtina rûmeta mirovî û sepandina qanûnê bi dadperwerî ye, dûrî sîyasîkirina êşa sivîlan. Her wiha hat ragihandin ku dê li pey her kesê ku tawanbarîya wî di sûcan de were îsbatkirin be, bi rêya rêkarên dadwerî yên dadperwer û şefaf.

Di dawîyê de, El-Baba soz da gel ku Wezareta Navxweyî dê wek destê parastin û ewlehîyê bimîne û dê bixebite ku her kesê zîyan dîtî vegerîne nava civaka xwe wekî welatîyekî ku xwedî maf e û erkên xwe di bin sîbera dewleta qanûn û sazîyan de bi cih tîne.

Xaça Sor a Navneteweyî: Dîtina çarenûsa kesên winda li Sûriyê hewldanên hevbeş hewce dike.
Serokê Encumena Dewletê: Biryarnameya 13an Mafên Çandî û Zimanî Diparêze
Parêzgarê Gundewarê Şamê ligel Şandeya “Destpêşxerîya Mirovî ya Kesayetên Olî” Civîya
Dadgeha Tawanan a Çarem li Şamê Dest bi Darizandina Ehmed Hesûn Kir
Ji bo Xurtkirina Geştyarîyê Peymana Wezareta Geştyarîyê û Yekîtîya Rojnamegeran
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Kampa HolêNûredîn El-BabaParêzgeha HesekêWezareta Navxweyî ya Sûrîyê
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Ewlehîya Zanyarîyan Hişyarîyê ji Valahîyekê Dide ku li Pergalên Kilîtên Giştî Dixe

July 26, 2026

Wezîrê Navxwe û Şêwirmendê Serokatîyê Rewşa Birîndarên Bûyera Rêya Dêrezor–Şamê Dişopînin

July 26, 2026

Hevdîtinên Devkî yên Pêşbirkeya Karên Îdarî li Wezareta Perwerdeyê Dest Pê Kir

July 26, 2026

Di Encama Teqîna Bermayîyên Rejîma Berê de Sê Zarok li Gundewarê Himsê Birîndar Dibin

July 26, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?