Şam – SANA
Wezareta Ragihandinê platformên “Hashtag”, “Cisûr News” û “El-Delîl” ji xebata li hundirê Sûrîyê qedexe kirin ji ber ku destûra wan nîne. Wezaretê hişyarî da ku her alîyekî hevkarîyê bi wan re bike dê bi rêya dadgehê were şopandin, li gorî qanûnên ragihandinê yên ku piştî rûxandina rejîma berê hatine derxistin.
Wezaretê bang li hemû sazîyên ragihandinê kir ku rênimayên destûra qanûnî temam bikin da ku berdewamîya çalakîyên wan were misogerkirin.
Wezaretê amaje bi wê yekê kir ku maweya nûkirina destûran ji bo sazîyên kevn û nû di 31ê Kanûna Pêşîn a borî de bi dawî bûye, ev yek di çarçoveya hewldanên birêxistinkirina karê ragihandinê de li Sûrîyê tê kirin.