Şam-SANA
Îro Yekşemê kar û çalakîyên “Lûtkeya Sûrî ya Ewlehîya Sîberî 2026” bi beşdarîya zêdetirî 500 pispor û şarezayên Sûrî, Ereb û bîyanî dest pê kir.
Ev lûtke bi awayekî vîrtuel û bi rêya platformeke dîjîtal a înteraktîf a taybet bi vê mebestê tê lidarxistin.
Karên lûtkeyê ku ji hêla Desteya Niştimanî ya Xizmetên Teknolojîya Zanyarîyan ve, bi çavdêrîya Wezareta Pêwendî û Teknolojîya Zanyarîyan tê encamdan û ji alîyê Komeleya Zanistî ya Sûrî ya Agahînasî bi hevkarîya Kompanya Consensusê a navdewletî ve tê organîzekirin, dê heta 27ê Tebaxê berdewam bikin.
Lûtke ji zêdetirî 37 demjimêran ji rûniştinên zanistî, komxebat û gengeşeyên taybetmend pêk tê; tê de mijarên wekî yasayên qada sîberî, zîrekîya çêkirî (AI), bersivdana gefên sîberî, ewlehîya sîstemên pîşesazî, faktora mirovî û nûjenî tên nirxandin.
Rêveberê Giştî yê Desteya Niştimanî ya Xizmetên Teknolojîya Zanyarîyan Endezyar Şehade El-Îbrahîm, di dema vekirina lûtkeyê de tekez kir ku ewlehîya sîberî êdî bûye mijareke niştimanî ya stratejîk ku rasterast bandorê li aborî, xizmetên hikûmî û jîyana rojane ya welatîyan dike, nexasim di serdemekê de ku veguherîna dîjîtal bi berfirehî pêş dikeve.
El-Îbrahîm dîyar kir ku parastina binesazîya dîjîtal hewceyî sîstemeke niştimanî ya tekûz e, da ku di navbera sektora giştî û ya taybet de hevkarî, hevahengîya bersivdanê û pevguhertina agahîyên derbarê metirsîyan de pêk werin.
Ji alîyê xwe ve, hejmarek beşdaran girîngîya vê lûtkeyê wekî platformeke navdewletî ya ku pispor û zanayên Sûrî, Ereb û bîyanî tîne cem hev, destnîşan kirin.
Ev yek rê li ber pevguhertina ezmûnan û gotûbêjkirina arîşeyên li pêşîya ewlehîya binesazî û sîstemên dîjîtal vedike.