Şam-SANA
Rêveberê Giştî yê Sazîya Berîda Sûrîyê, Îmadedîn Hemed, ragihand ku ji meha bê ve dê peyamên kurt (SMS) ji malnişînan re werin şandin da ku bi demên wergirtina mûçeyên wan werin agahdarkirin.
Hemed diyar kir ku ev gav di çarçoveya plansazîya pêşxistina xizmetguzarîyên berîdê û baştirkirina têkilîya bi welatîyan re tê, daku pêvajoya dabeşkirina mûçeyan birêkûpêk û hêsantir bibe.
Her wiha dîyar kir ku sazîyê, tevî belavkirina deman li ser hesabên xwe yên medyaya civakî, dê peyamên SMS jî bikar bîne daku agahî bigihîjin hejmareke zêdetir ji malnişînan û rê li ber hatûçûna nepêdivî bê girtin.
Di heman demê de, xizmeta gihandina mûçeyan bo malên malneşînan hat berfirehkirin; bi vî rengî li ser daxwaza kesê malnişîn, mûçe digihîje ber derîyê malê bi berdêleke pir kêm ku tenê 100 lîreyên Sûrî yên nû ye.

