Şam-SANA
Xortê Sûrî Mihemed Enqa duh Sêşemê ji Îraqê gihîşt firokxaneya Şam ya navdewletî, piştî bêgunehîya wî ji tohmetên li ser wî hatibûn barkirin, ev yek jî bi xêra hewildanên hikûmeta Sûrîyê û şopandina wê ya berdewam ji dozê re bi hemahengîya ligel hikûmeta Îraqê.
Muqedem Ebdulrehman El-Debax ji dezgeha Hewalgirîyê di daxuyanîyekê de ji rojnamevanan re, piştrast kir ku sazîyên dewletê bi rênimaya rasterast ji Serok Ehmed El-Şeri’ kar dikin li ser parastina maf û azadîyên her welatîyekî Sûrî li her derê be, û li ser çespandina cih û nirxê wî.
Ji alîyê xwe ve Mihemed Enqa silavên spasdarîyê pêşkêşî hikûmeta Sûrîyê û rola wê ya mezin di vegerandina wî bo welat û malbata wî kir, û got: “Ez pir serbilind im ku ez welatîyekî Sûrî me, û serbilind im bi hikûmeta xwe ya Sûrî û serokê wê”.