Şam-SANA
Wezîrê Parastinê Lîwa Murhef Ebû Qesra, bi amadebûna Sererkanê Giştî Lîwa Elî El-Nesan û Serokê Desteya Operasyonan Emîd Hemze El-Hemîdî, bicihanîna agirbestê li hemû enîyên şer şopand. Ev yek di çarçoveya bicihanîna peymana ku di navbera dewleta Sûrîyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD)ê de duh êvarê hatibû îmzekirin, pêk hat.
Di heman çarçoveyê de, Wezîrê Parastinê li ser hesabê xwe yê Xê got: “Ji bo lehengên Artêşa Sûrîyê; ew wêrekî, fedakarî, dîsîplîn û pabendbûna bi fermanan ku we di rojên borî de li qada şer nîşan daye, mînaka herî mezin a artêşekê ye ku ji nav gel derketiye da ku wan biparêze, berevanîyê li wan bike û mal û milkên wan biparêze.”
Lîwa Ebû Qesra axaftina xwe wiha kuta kir: “Artêşa me ji dema damezrandina xwe ve, parastina gel û dabînkirina aramîya wan yek ji stûnên wê yên herî girîng bûye. Ji bo ku Sûrî bi hemû reng û pêkhateyên xwe jîyaneke bi rûmet bijîn, canê xwe feda kirine. We îro bi dîsîplîn û tevgera xwe ya rast, ev yek li ber çavê hemû cîhanê piştrast kir. Xwedê xêra we bide.”



