Şam-SANA
Wezareta Peywendîyan ragihand ku xizmetên Snapchatê li Sûrîyê bi awayekî tam û bêyî pêdivîya bi VPNê dîsa ketine kar. Ev yek di çarçoveya hewlên wezaretê de tê ji bo koordînasyona bi kompanyên cîhanî re, da ku Sûrîyan dîsa bi cîhana dîjîtal ve girê bide û binesazîyê pêş bixe.
Endezyar Ebdulwehab Emîre tekez kir ku vegera xizmetên teknîkî (mîna “Snapchat”ê) pêdivî bi hewlên qanûnî û bernamekarîyê (programmatic) li gel kompanyên cîhanî heye û ne tiştekî otomatîk e. Wî zelal kir ku wezaret zextê dike da ku aktîvkirina platformên herî zêde tên bikaranîn, xizmetên mêvandarkirinê (hosting) û ewlehîya agahîyan lez bike, da ku rakirina qedexeyê li ser bi hezaran malperan û baştirkirina gihîştina dîjîtal ji bo Sûrîyan misoger bibe.
Wezareta Peywendîyan bi hevkarîya sazîya SYNC û şîyanên Sûrî yên li derveyî welat, kar dike da ku vegera platformên cîhanî bo welat lez bike.
Wezîrê Peywendîyan û Teknolojîyê Ebdulselam Heykel ragihand ku xizmetên Google dest bi vegera li Sûrîyê kirine; bi vî rengî firoşgeha “Google Play” bêyî VPNê amade ye, û plan heye ku pirranîya platformên kompanyê di hefteyên bê de li pey hev werin vekirin.