Şam – SANA
Wezareta Ewqafê bang li îmaman kir ku li mizgeftên Sûrîyê ji bo pîrozkirina serkeftinên artêşê li herêmên rojhilat û ji bo wan hewlên ku dewlet ji bo yekkirin û komkirina welat dide, dengê tekbîran bilind bikin.
Wezaretê di giştînameyekê xwe de bang li îmaman kir ku di her pênc wextên nimêjê de duaya “Qinût”ê bixwînin, ji bo serkeftina artêşê dua bikin û welatîyan teşwîq bikin ku xwe bi serdanîn û lavayan bavejin ber rehmeta Xwedê ji bo bidestxistina aramî û serwerîya temam.
Wezaretê di daxuyanîya xwe de hêvî kir ku Xwedê welat û milet biparêze, ewlehîyê bi ser Sûrîyê de bibarîne, şehîdan qebûl bike û şîfayê bide birîndaran.