Şam-SANA
Nîşanên hêrs û nerazîbûna gel li navçeyên bakurrojhilatê Sûrîyê zêde dibin. Ev yek ji ber sîyasetên rêxistina HSDê ye ku êdî bi eşkere çavkanîyên herêmê ji bo xizmeta ajendayên “Partîya Karkerên Kurdistanê” (PKK) ya terorîst bi kar tîne.
Tevî dirûşmên ku HSDê di dema damezrandina xwe de (di 10ê Cotmeha 2015an de) bilind kiribûn, lê rastîya li ser erdê sîstemeke ewlehî û aborî nîşan dide ku bûye sedema talankirina çavkanîyên herêmê. Berî her kesî, pêkhateya Kurd zirarê dibîne. Kurd vêga pirsa sûda van serpêhatîyên sîyasî dikin ku ji bilî feqîrî, girtin û revandina kur û keçên wan ji bo kampên serbazî yên girtî, tiştekî din ji wan re neanîye.
Rêxistina HSDê di birêvebirina karûbarên herêmê de sîyaseta “kulma hesinî” bi kar tîne da ku her dengekî dijber bitepisîne, çi nerazîbûn li dijî talankirina serwet û dewlemendîya herêmê be, çi jî li dijî sîyaseta leşkerîya neçar be. Niha zêdetirî 4500 girtîyan di zindanên HSDê de hene, bêyî ku biryarên girtinê yên yasayî yan dadgehkirinên dadmend hebin.
Di binpêkirineke eşkere ya qanûnên navdewletî de, HSDê bi rêya baskên xwe yên cuda cuda, nexasim rêxistina “Tevgera Ciwanên Şoreşger” a girêdayî PKKê, leşkerkirina keç û xortan bi darê zorê berdewam dike.
Li gorî gelek raporên ku rewşa perwerdehî û civakî li wan deveran belge kirine, HSDê ligel leşkerkirinê, pergaleke perwerdehîyê ya îdeolojîk ferz dike ku li ser asta navxweyî û navdewletî nayê naskirin.
Di asta navxweyî de, jêderên herêmî tekez dikin ku rêxistina HSDê di nav alozî û tevlîheviyê de dijî. Ev yek encama nakokîyên dijwar ên di navbera “kadroyên bîyanî” (yên girêdayî Çîyayê Qendîlê) û serkirdeyên herêmî de ye; li gorî şopînerên karûbarên Kurdî, serkirdeyên herêmî tenê wek “amûr” ji bo derbaskirina biryarên herêmî tên bikaranîn.