Hema-SANA
Rêveberîya Ewlehîya Hundirîn li herêma Xabê, bi hevkarîya ligel Dijî-Terora Hemayê, kesê bi navê Elî Mus’eb Recûh girt, ku ew mulazimê yekem ê berê di Koleja Deryayî de bû di serdema rejîma berê de.
Wezareta Navxweyî zelal kir ku lêkolînan nîşan dane ku “Recûh” di erkên xwe de heta rizgarkirinê berdewam bûye, û piştre destê wî di handana fitneya tayifî û bangan de hebûye ku yekparçeyîya welat û tevna wî ya niştimanî dikin armanc.
Wezaretê dîyar kir ku girtî ji bo temamkirina rêkarên yasayî bo alîyên peywendîdar hatiye şandin, û tekez kir ku hêzên Ewlehîya Hundirîn di peyketina kesên li derveyî yasayê û radestkirina wan bo dadperwerîyê, berdewam in.