Şam-SANA
Wezareta Navxwe ragihand ku yekîneyên wê yên pispor bi hevkarî û hevahengîya ligel Dezgeha Hewalgirîya Giştî, karîn berpirsê leşkerî yê giştî yê “Wîlayeta Şamê” di rêxistina DAIŞê ya terorîst de bigrin. Navê wî Nabix Zakî El-Qetmîş e û bi nasnavê “Cabir” tê naskirin. Ev girtin di encama operasyoneke ewlekarîyê ya hûrbîn de ku berî du rojan li parêzgeha Helebê hatibû encamdan, pêk hat.
Wezaretê dîyar kir ku “Nabix” wek yek ji serkirdeyên leşkerî yên herî dîyar di rêxistina terorîst de tê hesibandin, û ew berpirsê plankirin û çavdêrîkirina hejmarek operasyonan bû ku deverên cuda yên Sûrîyê dikirin armanc.
Ev operasyona taybet wek berdewamîya hewlên domdar ên ji bo şopandina serkirdeyên rêxistina DAIŞê û hişkkirina jêderên piştgirîya wê tê, bi awayekî ku ewlehî û aramîyê li seranserê welêt xurt bike û biçespîne.