Şam-SANA
Wezareta Peywendî û Teknolojîya Zanyarîyan, îro Duşemê, ragihand ku wê rûniştineke heftane bi welatîyan re were lidarxistin. Ev civîn bi amadebûna Wezîrê Peywendî û Teknolojîya Zanyarîyan “Ebdulselam Heykel” û berpirsên wezaretê, her roja Çarşemê ji saet 15:00 heta 17:00an pêk tê.
Wezaretê bi rêya kenala xwe ya Telegramê, eşkere kir ku tomarkirin bi şandina nav û jimara telefonê bo vê (E-mail)a jêrîn dibe: majlis@moct.gov.sy
Ev pêngav di çarçoveya xurtkirina peywendîya rasterast bi welatîyan re û guhdarîkirina li têbînî û pêşinîyarên wan tê avêtin, da ku bibe alîkar di baştirkirina xizmetguzarîyên peywendîyan û pêşxistina şêweyê xebitîna wan de.