SANA-Parêzgeh
Ji ber bûyerên trafîkê yên ku di 24 saetên borî de li parêzgehên cuda cuda yên Sûrîyê rû dan û tîmên Parastina Sivîl ya ser bi Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan bersiva wan daye, 20 kes birîndar bûn.
Îro Şemîyê, Parastina Sivîl li ser kanala xwe ya Telegramê ragihand ku 21 bûyerên trafîkê rû dane, di encamê de jî 20 kes birîndar bûn. Her wiha dîyar kir ku tîmên wê alîkarîyên seretayî pêşkêşî birîndaran kirin, piştre ji bo dermankirinê ew veguhastin nexweşxaneyan, şopên bûyeran rakirin û cihên wan ewle kirin.
Di heman demê de, tîmên Parastina Sivîl bersiva 81 şewatan li seranserî Sûrîyê da; sê ji wan li zevî û berhemên çandinîyê, yên mayî jî li mal, dikan, gîya, dar, çop û têlên elektrîkê derketibûn. Tîman agir vemirandin û cihên wan sar kirin. Di encamê de zirar tenê di warê madî de sînordar man.
Parastina Sivîl bi bîr xist ku pêwîst e agir di nav daristan û zevîyan de neyê vêxistin, binikên çixareyan li kêleka rêyan neyên avêtin, her wiha ji şewitandina gîyayên hişk ên li dora xanîyan an li kêleka rêyan dûr bikevin, û pêwîst e ku bi awayên ewle werin rakirin.