Şam-SANA
Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî Merwan El-Helebî, ragihand ku wezaretê piştî civîna ligel endamên komîteya yekkirina her du zanîngehên Qamişlo (Rojava) û Eyn El-Ereb (Kobanî), komek biryarên têkildarî tevlîkirina her du zanîngehan di nav pergala niştimanî ya xwendina bilind de girtine.
Ev biryar rêkxistina barûdoxa fakulte, xwendekar û kadroyên hînkirinê û yên kargerî li her du zanîngehan li xwe digirin.
El-Helebî di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê îro Yekşemê dîyar kir ku wezaretê biryar daye ku tomarkirin li hin fakultetan pêkan be, lê belê wergirtina xwendekarên nû li hindek fakulteyên din ji bo salekê were rawestandin.
Ev pêngav bi armanca nirxandina pîvanên akademîk, vekolîna rewşa heyî, û temamkirina pêdivîyên binesazîyê û bawerpêkirina akademîk tê avêtin.
El-Helebî piştrast kir ku tu fakulteyek bi yekcarî nehatiye girtin, û hemû xwendekarên ku niha tomarkirî ne dê xwendina xwe bi awayekî asayî heta derçûnê bidomînin.
Wî her wiha da zanîn ku wergirtina xwendekaran li wan fakulteyên rawestandî dê yekser piştî temamkirina pêdivîyên bawerpêkirina neçarî dest pê bike.
El-Helebî amaje bi wê yekê kir ku endamên her du desteyên mamostetî û yên kargerîyê dê tev li pêkhateya sazûmanî ya nû werin kirin û li gorî taybetmendî û ezmûnên wan werin belavkirin.
Navborî bal kişand ser wê yekê ku fakulte dê xwedî serxwebûneke darayî ya girêdayî Wezareta Xwendina Bilind bin, hevdem ligel lêkolînkirina pejirandina sîstemeke nû ya heqdestan ku baştirkirina rewşa akademîsyen û xebatkaran misoger dike.