Şam-SANA
Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî, li Şama paytext pêşwazî li Koordînatora Mirovî ya Niştecî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li Sûrîyê Nathalie Fustier kir.
Di civînê de, geşedanên rewşa mirovî li Sûrîyê û hewldanên NY di piştgirîkirina rêyên mirovî û geşepêdanê de hatin gotûbêjkirin. Her wiha pêşgavîyên hikûmeta Sûrîyê û rêyên xurtkirina xebata hevbeş hatin nirxandin, bi awayekî ku beşdarî piştgirîya Sûrîyê di qonaxa başbûnê de bibe.
Her wiha mekanîzmayên piştgirîkirina avedankirinê, rêyên dabînkirina piştevanîya pêwîst ji bo penaberan û amadekirina mercên guncaw ji bo vegera wan di civînê de hatin qalkirin.

