Şam-SANA
Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan, bilindkirina asta amadebaşîyê li hemû parêzgehên ku di bin bandora rewşa hewaya dijwar de ne ragihand, ku pêşbînkirî ye berbanga roja Çarşemê 31ê Kanûna Pêşîn dest pê bike. Wezaretê bang li welatîyan kir ku baldar bin û ji best û newalan û cihên kombûna avê dûr bikevin.
Wezîrê Rewşên Awarte, Raid El-Saleh, tekez kir ku tîmên wezaretê di amadebaşîya tam de ne ji bo bersivdana her rewşeke awarte, digel şopandina guhertinên hewayê bi şev û roj û belavkirina haydarkirinên pêwîst.
Wî her wiha giringî da tedbîrên selametîyê di dema ajotinê de, bi taybetî li herêmên çîyayî û peravê, û amade bin dema ku rê werin girtin. Zanyarîyên haydarkirina pêşwext amaje bi barîna baraneke zêde û çêbûna lehî û sêlavan dikin ku wê heta sibeha roja Pêncşemê berdewam bike.