Şam-SANA
Îro di encama bûyereke trafîkê de ku li ser rêya Şam-Himsê rû da, çar xwendekarên zanîngehê mirin û duyên din jî birîndar bû.
Berevanîya Sivîl a Sûrî bi rêya kanala xwe ya fermî li ser Telegramê dîyar kir ku tîmên bersivdayîna meydanî yekser piştî bûyerê berê xwe dan cihê bûyerê, ku wan du cenaze derxistin û veguhastin nexweşxaneya Nebekê, di heman demê de welatîyan birîndar û cenazeyên din veguhastin heman nexweşxaneyê ji bo wergirtina çareserîyên pêwîst.
Wezareta Awarte û Rêveberîya Karesatan bi hemahengî ligel alîyên xizmetguzarî yên peywendîdar kar dike ji bo bihêzkirina bernameyên hişyarîya trafîkê, bi mebesta kêmkirina bûyeran û bihêzkirina çanda baldarî û berpirsîyarîyê di dema ajotinê de.

