Şam-SANA
Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî, îro li Şamê, pêşwazîya Serokê Şanda Hêzên Çavdêrîya Agirbestê li Rojhilata Navîn ″UNTSO″ lîwa Patrick Gauchat kir.
Di hevdîtinê de tekezî li ser rola şandê di belgekirina binpêkirinên Îsraîlê de li başûrê Sûrîyê hate kirin, her wiha rêyên xurtkirina hevkarî û hevrêzîya heyî hatin gotûbêjkirin, bi awayekî ku bibe alîkar ji bo piştgirîya aramîyê û parastina hêminîyê li herêmê, di çarçoveya rêzgirtina li serwerîya Komara Erebî ya Sûrîyê û yekparçeyîya xaka wê de.


