Şam-SANA
Wezîrê Ragihandinê yê Sûrîyê Hemze El-Mustefa tekez kir ku yekîtîya Sûrîyê û gelê wê rasteqînîyeke niştimanî ya çespandî ye, û dîyar kir ku hinek kesan azadîya derbirîn û xwepêşandanê bi şaşî fêm kirine û hewl dane wê ji bo xizmeta projeyên parçeker ên mezhebî yên teng bi kar bînin.
Wezîr li ser hesabê xwe yê Xê got: “Xwedê şehîdên me yên qehreman yên hêzên ewlehî û berevanîyê yên ku di dema bicihanîna erkê xwe yê parastina gelê xwe û yekîtîya welatê xwe de şehîd ketine qebûl bike, û şîfaya lez ji bo birîndaran û rojnamevanan dixwazim.”
Wezîrê Ragihandinê zelal kir ku dewleta nû nêzîkatîyên sîyasî yên cuda ji bo komkirina Sûrîyan û derbaskirina dabeşbûnên borî pêşkêş kirine û hîn jî pêşkêş dike, ew dabeşbûnên ku rejîma rûxandî wekî stratejîyekê ji bo mayîna xwe bi kar dianîn.
Wezîr li dawîyê jî got: “Her qeyranek di hinek hêlên xwe de fersendekê hildigire da ku mirov tiştê mifadar ji bo mirovan û tiştê pûç (kefa ser avê) ji hev cuda bike. Cudahî îro di redkirina projeyên parçeker û lihevhatina li ser peyveke hevpar de ye ku bingeha welatekî ku cihê her kesî tê de hebe datîne.”