Heleb-SANA
Rêveberîya Ewlekarîya Hundirîn li bajarê Efrînê yê gundewarê Helebê ragihand ku kujera zarokê bi navê Ehmed Elî Hîlal girtiye, ku jinbava wî ye. Rêveberîyê dîyar kir ku dêya zarok a resen berdayî ye û kujera bi navê “N. L.” di dema lêpirsînên destpêkê de mikur hat ku wê zarok îşkence kiriye û kuştiye.
Jêderekî ewlekarîyê ji rêveberîyê ji SANAyê re dîyar kir ku di 27ê vê mehê de agahîyek li ser windabûna zarokê 5 salî Ehmed Elî Hîlal ji wan re hatibû. Piştî derbasbûna 24 saetan, beşa peywendîdar hat agahdarkirin ku cenazeyê zarokekî kuştî di nav çalekê de li hundirê avahîyeke vala li taxa Eşrefîyê ya bajarê Efrînê hatiye dîtin.
Fermandarîya Ewlekarîya Hundirîn hewlên xwe bi şev û roj didomîne, bi hevahengîya bi yekîneyên cuda yên ewlekarîyê re, da ku ewlehî û aramîya welatîyan biparêze û tawanbaran bigire û radestî dadwerîyê bike.