Şam – SANA
Cîgirê Serokê Desteya Giştî ya Firokevanîya Sivîl û Veguhastina Esmanî Samih Erabî, îro Pêncşemê ligel Rêvebera Herêmî ya Hêlên Asmanî yên Kuweytî Fecir Yûsif Baş, rêyên xurtkirina hevkarîyê û egera jinûvedestpêkirina geştên Hêlên Asmanî yên Kuweytî bo Sûrîyê gotûbêj kirin.
Di civînê de, bi amadebûna Rêveberê Rêveberîya Darayî di Desteyê de Mihemed El-Xinêm û Rêveberê Darayî yê Hêlên Asmanî yên Kuweytî li Urdinê Mihemed Osman, dosyayên xurtkirina hevkarîyê, geşkirina sektora veguhastina esmanî û berfirehkirina vebijarkên girêdana di navbera her du welatan de hatin nirxandin.
Ev danûstandin di çarçoveya hewldanên Desteya Giştî ya Firokevanîya Sivîl û Veguhastina Esmanî de tên, ji bo pêşxistina peywendîyên hevkarîyê ligel kompanyên firokevanîyê yên Erebî û navdewletî, û xurtkirina girêdana esmanî di navbera Sûrîyê û welatên cuda yên herêmê û cîhanê de.



