Şam – SANA
Sererkanê Giştî yê Wezareta Berevanîyê Lîwa Elî Nesan, ji bo şopandina planan û pêşxistina mekanîzmayên hemahengîya yên di navbera pêkhateyên serbazî de, bi fermandarên firqeyan re civîya.
Civîna ku Cîgirê Wezîrê Berevanîyê Lîwa Mihemed Xeyr Şueyb jî amade bû, di çarçoveya hewlên berdewam ên ji bo başkirina karîgerîya operasyonel û rêxistinî de ye.
Sererkanîya Giştî ya Wezaretê di 25ê meha borî de ji bo fermandarên firqe, pêkhate û hêzan semînereke pisporî li dar xistibû. Di semînerê de behsa rewşa karê hêzên esmanî û mekanîzmayên hemahengîya operasyonel a di navbera wan û hêzên bejayî û deryayî de hatibû kirin. Herwihahejmarek mijarên têkildarî zêdekirina performansê û xurtkirina yekîtîya di navbera beşên cuda yên hêzan de hatibûn gotûbêjkirin.

