Şam-SANA
Wezîrê Ragihandinê Hemze El-Mustefa, got ku gelê Himsê îro li ser tawaneke kirêt şiyar bû, armanca wê eşkere ye, dixwazin xelkê bikişînin nav gêreya nakokîyên mezhebî, û wê pirbendîya ku ji dehên salan de rejîma têkçûyî wek sîyasetekê di nav gelê Sûrîyê de çandiye ji bo li ser desthilatê bimîne, wek derfetê ji xwe re dibînin.
Wezîr El-Mustafa di postekê li ser platforma (X) weha jî got: ʺTevî ku tawan mezin e û karvedanên tolhildanê jî peyda bûn, lê dewlet û civakê, bi saya belavkirina hêzên ewlekarîyê bi awayekî lezgîn û xebata Parêzgarîyê û alîyên sivîl û hikûmetê yên din bi hev re, karîne fitneya wan tawankaran berî berfireh bibe kontrol bikinʺ.
Wezîrê Ragihandinê tekez kir ku mijara aştîya sivîl pêşînîya hikûmeta Sûrîyê ye û hîn gelek kar tê xwestin ji bo edaleta veguhêz, sizadana gunehkaran û lihevhatina civakî pêk werin.