Şam-SANA
Wezîra Karûbarên Civakî û Kar a Sûrîyê Hind Qebwat, bi Şêwirmenda Serokê Fransayê Anne Claire Le Jeune, Karbidestê Balyozxaneya Fransayê li Şamê Jean-Baptiste Favre û çend berpirsên Wezareta Karên Derve ya Fransayê re, têkilîyên dualî yên her du welatan gotûbêj kirin.
Li gorî weşaneke Wezareta Karûbarên Civakî li ser Telegramê, mijarên civînê têkildarî piştgirî û bihêzkirina jinan, bernameyên perwerdehîya pîşeyî ji bo nûciwan û parsekan û stratejîya niştimanî ya kar bûn.
Wezareta Karûbarên Civakî û Kar ji bo pêşxistina rewşa civakî li Sûrîyê hewl dide ku hevkarîya xwe bi welatan re xurt bike.