Deraa – SANA
Wezareta Karên Hundirîn, ragihand ku wê Saleh ‘Ewed El-Miqdad ê tawankar, ê ku berê Emîd bû li Koleja Parastina Asîmanî li Himsê, bi tohmeta binpêkirinên giran li dijî sivîlan girtîye.
Wezaretê da xuyakirin ku Şaxa Dijî Terorê li Derayê, piştî şopandineke hûrbîn, bi rêya operasyoneke ewlekarîyê ya rêk û pêk ew girtîye. Lêpirsînên destpêkê dîyar kirin ku ew di kampanyaya leşkerî ya 2018an de li gel Suheyl El-Hesen li dijî gelê Derayê ku di encamê de gelek sivîl bibûn qurbanî, beşdar bibû.
Wezaretê piştrast kir ku El-Miqdad ji bo temamkirina lêpirsînan ji rayedarên peywendîdar re hatîye şandin, berî ku were dadgehkirin.