Şam-SANA
Wezîrê Dadê Mezher El-Weys, bi Serokê Desteya Niştimanî ya Dadmendîya Veguhêz Ebdulbasit Ebdulletîf, û Serokê Desteya Bilind a Kesên Serwinda Mihemed Rida Celxî re, rêyên xurtkirina hevahengîya di navbera sazîyên niştimanî de ji bo misogerkirina serkeftina pêşxistina modeleke niştimanî ya Sûrî ji bo dadmendîya veguhêz û bicihanîna aştîya navxweyî gotûbêj kirin.
Di civînê de, ku îro li baregeha Wezaretê li Şamê pêk hat, tekezî hat kirin ku pêwîst e modela niştimanî ezmûnên navneteweyî yên bi vî rengî û taybetmendîya Sûrî di mekanîzmayên bicihanîna wê de, li ber çav were girtin.
Ebdulletîf û Celkî encamên serdanên şandeyê ji bo çend welatên ku ezmûnên bi vî rengî derbas kirine, pêşkêş kirin, û girîngîya sûdwergirtina ji van ezmûnan bi awayekî ku bi tevahî bi ketwara herêmî re guncaw be, dûpat kirin.
Ev civîn di çarçoveya rola navendî de tê ku Wezareta Dadê ya Sûrî ji bo çalakkirina rêça dadmendîya veguhêz û çespandina serwerîya yasayê û yekkirina gavên kar ên meydanî di navbera Wezaret û her du desteyan de dilîze.



