Quneytra – SANA
Hêzên Israîla dagîrker derbasî hejmarek deverên gundewarê Quneytra yê bakur û başûr bûn, xalên kontrolê danîn û otomobîlek desteser kir û yek ji siwarên wê girt.
Her weha derbasî nêzî Eyn El-Beyda, Ofanîya, Cibata El-Xeşeb û Semedanîya Rojhilat bû, wek binpêkirineke eşkere ji rêkeftina veqetandinê ya sala 1974 re.
Sûrîyê ev dijminjkarî şermezar kirin û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku helwesteke xurt dijî binpêkirinên Îsraîlê ji yasa navdewletî û serwerîya Sûrîyê re bigire.