Şam-SANA
Duh êvarî zarokekî [15] salî bi navê Ehmed Xalid li gundê Ebo-Fasê yê gundewarê Hesekê, piştî ku kete bîreke kûr [70] mitre, tevî ku xelkên gund jî hewl da ku wî derxin, lê jîyana xwe ji dest da. Di demekê de ku tu alîkarî ji alîyê hêzên pêwendîdar ên HSDê ve ku navçeyê kontrol dikin, ji bo derxisitna wî, nehatiye kirin.
Wezîrê Rewşên Awarte û Rêveberîya Karesatan, Ra’id Salih, Wezaretê bûyer şopand, ji bo misogerkirina gihîştina tîmên rizgarkirinê, lê belê dereng gihîştin cihê bûyerê, heta ku jîyan xwe ji dest da.
Wezîr Salih, amaje bi wê yekê jî kir ku wezaret bi malbata zarok re ket pêwendîyê ji bo şopandina rewşa wî û pêşkêşkirina piştevanîya pêwîst.
Ev bûyer wê yekê nîşan dide ka tîmên hawarçûn û rizgarkirinê li deverên ku di bin destê HSDê de ne çiqas zehmetîyan dibînin, ji ber ku ew rêgirî nahêlin ambulans û tîmên rizgarkirinê bigihîjin wan deveran.