Şam-SANA
Wezareta Berevanîyê daxuyanîyên HSDê yên derbarê êrîşbirina li ser taxên nîştecîhbûnê yên Dêrhafirê ji alîyê Artêşa Erebî ya Sûrîyê ve, red kirin. Her weha tekez kir ku armanca van daxuyanîyan, veşartina tawanên xwe yên li dijî sivîlan û hewldanên têkbirina ewlehîya Bakur û Rojhilatê welat e.
Rêveberîya Medya û Ragihandinê dîyar kir ku yekîneyên artêşê xwe ragirtiye û tenê bersiva êrîşan didin, wekî ku îro êvarî li gundewarê rojhilatê Helebê bersiva topbarana li ser gundên Hemîme û El-Kîte da.
Her weha destnîşan kir ku hêzên HSDê vê dawîyê bi top û mûşekan gelek gund û navçeyên herêmê dan ber xwe ku hindek sivîl û leşker pê şehîd ketine.