Şam-SANA
Wezareta Karên Hundir a Sûrîyê, piştrast kir ku ew li dijî devjenîya li hemberî Siûdîyê ye û tekez kir ku çênabe qada Sûrîyeyê bo gihandina zîyanê li têkilîyên Ereban were bikaranîn.
Berdevkê Wezareta Karên Hundir, Nûredîn El-Baba, dîyar kir ku ew vîdyoya vê dawîyê belav bûye û tê de gotinên li dijî Siûdîyê tên gotin, kevn e û ya berî bêhtirî heft mehan e, û tenê xwedîyê wê temsîl dike, û dê li dijî wî tedbîrên qanûnî werin girtin.
Her weha tekez kir ku azadîya derbirînê nayê wê wateyê ku mirov zîyanê bigihîne alîyên din, û careke din anî ziman ku rêzgirtineke mezin a Sûrîyê ji Siûdîyê re heye.