Şam-SANA
Rêveberîya Hec û Umreyê ya Wezareta Ewqafa Sûrî ragihand ku 300 dolar li her hecîyekî ku di 23ê Hezîrana 2025an de bi rêya bejahî ji Medîneyê vegerîyaye Şamê, tê vegerandin, piştî ku rêbara wan a hewayî ji ber şerî neçû serî.
Rêveberîyê zelal kir ku ev vegerandin li ber hecîyên ku di demsala Hecê ya 1446an de bi geştên (C63238-C63240) bi rê ketibûn, dikeve, piştî ku heqê bilêta rêbara bejahî jê bê hilanîn.
Rêveberîya Hecê bang li sûdmend an nûnerên wan kir ku ji yekşema bê, 31ê Tebaxê, heta dawîya roja şixul, ku roja Sêşemê ye û li 30ê Îlonê dikeve, serdana nivîsgehên Rêveberîyê bikin da ku pereyên xwe bi rêya bankayên destnîşankirî bistînin.
Hêjayî gotinê ye ku Rêveberîyê di 2ê Tîrmehê de ragihand ku hecîyên Sûrî tev de -ku hejmara wan 22,500 bû- piştî temamkirina rêûresmên Hecê yên demsala 1446an a koçî, vegerîyane malên xwe.