Şam-SANA
Komîteya Neteweyî ya Şopandina Heyvên Nû, bi hevkarîya Komeleya Stêrnasîyê ya Sûrîyê, ragihand ku êvara Yekşemê li ser Çîyayê Qasîyûnê bi rêya teleskopan dîtina heyva nû ya meha Zîlhicceyê hatîye pejirandin. Ev çavdêrî li gorî Sunneta Pîroz a Pêxamber e, ji bo cîbicîkirina Biryarnameya Serokatîyê ya bi hejmara 36 ya sala 2026an ku fermana avakirina vê komîteyê da, hat encamdan.
Li gorî vê yekê; roja Duşemê 18ê Gulanê roja yekem a mehê ye, roja Sêşemê 26ê Gulanê Roja Erefeyê ye, û roja Çarşemê 27ê Gulanê jî roja yekem a Cejna Qurbanê ya Pîroz e.
Endamê komîteyê Îbrahîm El-Hesûn pîrozbahî da gelê Sûrîyê û hecîyên Mala Xwedê. Li alîyê din, Serokê Komeleya Stêrnasîyê Dr. Mihemed El-Esîrî tekez kir ku ev çalakîya ku beşdarîyeke berfireh tê de çêbû, her du alîyên zanistî û bawerîmendîyê digihîne hev, da ku çand û zanîna stêrnasîyê ya girêdayî îbadetan xurt bike.