Enqera-SANA
Serokkomarê Tirkîyê Receb Tayib Erdogan, îro Înê, tekez kir ku welatê wî di pêkanîna xebatên hevpar de, bi hikûmeta nû ya cîrana xwe Sûrîyê re di warên madenkarî û neftê de berdewam e. Gotina xwe di çarçoveya axaftina ku li “Lûtkeya Stenbolê ya Çavkanîyên Xwezayî” ya duyemîn de pêşkêş kir, û bal kişand ser xwesteka Tirkîyê ji bo destxistina serkeftinên mezin di sektorên enerjîyê û çavkanîyên xwezayî de, ta ku di qada enerjîyê û serxwebûna tevahî de bigihêje armanca xwe ya stratejîk.
Erdogan îşaret bi wê yekê kir ku Tirkîye xwedîya binesazîyeke mezin e, û ev yek rê li ber hinatrtina gaza xwezayî ji çend welatan vedike, ku ev yek wê dike pira herî bihêz û xala derbasbûnê ya sereke di navbera herêmên ku bi çavkanîyan de dewlemend e û welatên ku hewcedarîya wan pê heye. Wî planên welatê xwe yên ji bo zêdekirina karîna rojane ya gaza herikdar bi saya veberhênan û embarên pêşketî, berçav kir.
Serokkomarê Tirkîyê duh di peywendîyeke telefonî de bi hevkarê xwe yê Amerîkî Donald Trump re, tekez kiribû ku welatê wî piştgirîya Sûrîyê bênavber dike, û bal kişandibû ser wê yekê ku çespandina aramîyê li Sûrîyê qezenceke stratejîk ji bo herêmê bi tevahî ye.