Pekîn-SANA
Erdhejek bi hêza 5.1 pileyê li ser pîvera Richterê, duh Pêncşemê, li wîlayeta Haishi li herêma Qinghai ya li bakurê rojavayê Çînê pêk hat.
Ajansa Xinhua ji daxuyanîyeke Navenda Torên Erdhejan a Çînî veguhast ku: “Navenda erdhejê li ser xeta firehîyê ya 37.84 derece ji alîyê bakur ve, û xeta dirêjahîyê 95.59 derece ji alîyê rojhilat ve, û bi kûrahîya 10 kîlometreyan, hat tespîtkirin.”
Hêjayî vegotinê ye ku tu nûçeyên yekser derbarê birîdarbûna welatîyan an çêbûna zirarên madî ji ber erdhejê, nehatine ragihandin.