Bexda-SANA
Serokwezîrê Iraqê Elî Falih El-Zeydî duh Înê piştrast kir ku dosyaya petrolê tewerekî sereke di planên aborî yên hikûmetê de pêk tîne. Her wisa dîyar jî kir ku Bexda li ser berfirehkirina dergehên hinardekirinê û zêdekirina gav bi gav a hilberînê, kar dike.
Ajansa Nûçeyan a Iraqê “INA” ji zarê El-Zeydî veguhest ku gotiye: “Em bi rêya OPEC+ê li ser zêdekirina pişka hinardekirinê ya Iraqê kar dikin, û hewl didin di nava 6 salan de rojane bigihîjin 8 heta 10 mîlyon bermîlan, ligel vekirina rêyên nû yên hinardekirinê di rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkîyê, Banyas û Eqebeyê re, da ku pêgeha Iraqê di bazara enerjîyê de bihêz bibe.”
Tê zanîn ku Sûrîyê di 18ê Tîrmeha borî de du memorandumên hevtêgihîştinê ligel Iraqê û hevbendîyeke şirketên navdewletî îmze kiribûn, ji bo nûjenkirin û vejandina xeta veguhestina petrola xam (Kerkûk-Banyas), di gaveke stratejîk de ku armanc dike yek ji girîngtirîn projeyên girêdana petrolê li herêmê ji nû ve çalak bike û hevkarîya di sektora enerjîyê de xurt bike.
TAGGED: Iraq, Eqebe, Banyas, Bexda, Ceyhan, Serokwezîrê Iraqê, Zêdekirina Hilberîna Petrolê, Elî Faleh El-Zeydî