Rîyad-SANA
Cînişînê Erebistana Siûdî Mîr Mihemed bin Selman bin Ebdulezîz Al Siûd, ligel Serokê Misrê Ebdilfetah El-Sîsî, encamên alozîya leşkerî li Rojhilata Navîn û bandorên wê li ser ewlehî û aramîya herêmê û cîhanê gotûbêj kirin.
Li gorî nûçeya ajansa “WAS”ê, di hevdîtinê de geşedanên herêmî hatin nirxandin. Her du alîyan tekez kirin ku dubarebûna êrîşên Îranê li ser dewletên Encumena Hevkarîya Kendavê û armancgirtina sazî û bingehên jîyanê û cihên sivîlan, rageşîyeke metirsîdar e û gefê li aramîyê dixwe.
El-Sîsî careke din şermezarkirina Misrê ji van êrîşan re anî ziman, û tekezî li ser piştgirîya welatê xwe ji Erebistana Siûdî re kir, li hember her gefekê ku ewlehî û serwerîya wê armanc dike.