Mosko-SANA
Rûsyayê îro Înê hişyarî da ku her kargeheke rojavayî ya berhemanîna çekan li ser xaka Ukraynayê were avakirin, dê ji bo hêzên wê bibe “armanceke rewa”.
Ajansa nûçeyan a “Sputnik”ê ji zarê Berdevkê Fermî yê Kremlînê Dîmîtrî Peskov di civîneke çapemenîyê de ragihand: “Derbarê raporên li ser planên avakirina hêleke berhemanîna mûşekên dûravêj li ser axa Ukraynayê, em van nûçeyan dibihîzin, agahîyan ji nêz ve dişopînin û rastîya wan kontrol dikin”.
Peskov axaftina xwe wiha berdewam kir: “Her sazgeheke bi vî rengî li ser xaka Ukraynayê, dê bibe armanceke rewa ji bo hêzên çekdar ên Rûsyayê.”
Navborî gotina xwe wiha kuta kir: “Ev nîşaneyên leşkerîkirina Ukraynayê ji alîyê welatên Rojavayê ve, dê bibe bar û serêşîyeke nû ji bo Ukraynîyan bi xwe.”