Waşington-SANA
Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth, îro Çarşemê piştrast kir ku Amerîkayê serkeftineke bêhempa bi dest xistiye û dîyar kir ku Îranê ji bo agirbestê lava kiriye piştî ku bernameya mûşekî ya Tehranê bi temamî hat rûxandin.
Di kongreyeke rojnamevanî ya hevbeş de ligel Serokê Erkanê Hevbeş General Dan Caine li Pentagonê, Hegseth eşkere kir ku “Hemû armanc li gorî plana hatiye danîn û dema hatiye destnîşankirin pêk hatine,” û wan zirareke mezin gihandiye artêşa Îranê û ew ji bo şerê di salên bê de bêhêz hiştiye.
Hegseth pesnê serkeftinên leşkerî yên ku Amerêkayê bi dest xistine û rûxandina berfireh da, û tekez kir ku “bernameya mûşekan a Îranê bi awayekî pratîkî hat rûxandin.”
Ji alîyê xwe ve, Serokê Erkanê Hevbeş General Dan Caine jî pesnê serkeftina operasyona leşkerî da û got: “Armancên leşkerî yên ku Serok Donald Trump dîyar kiribûn rûxandina şîyanên Îranê bûn,” û piştrast kir ku “hêzên Amerîkî di nava 38 rojan de ev armanc pêk anîn.”