Rîyad – SANA
Wezareta Berevanîyê ya Erebistana Siûdî, avakirina hevbendîyeke berevanîya deryayî di nav heimarek welatên cîhanê yên ji regezên cuda cuda de ku 14 dewletan pejirandiye ragihand, bi armanca xurtkirina ewlehîya deryayî, parastina dergehên navdewletî, azadîya keştîvanî û bazarganîya cîhanî.
Ev ragihandin piştî civîna ku li Rîyadê bi beşdarîya 43 welatan û nûneretîya Yekîtîya Ewrûpayê hatibû lidarxistin, pêk hat, ji bo rûbirûbûna gefên zêdebûyî dijî keştîyên bazarganî û yên veguhestina enerjîyê.
Di civînê de, projeya peymana hevbendîyê, awayê avabûna wê ya rêkxistinî û mîkanîzmayên karê wê, bi taybetî li Deryaya Sor, Tengava Bab el-Mendebê û Kendava Edenê, hatin gotûbêjkirin. Her wiha li ser wê yekê hat lihevkirin ku Erebistana Siûdî bibe welatê damezrîner û rêber ê hevbendîyê û navenda wê ya sereke li ser xaka wê be.
Lîsteya welatên tevlîbûyî: Erebistana Siûdî, Kuwêt, Behreyn, Qeter, Pakistan, Tirkîye, Misir, Urdin, Yemen, Bengladeş, Nijerya, Sûdan, Cîbûtî û Somalê li xwe digire. Wekî din jî, dergehê tevlîbûnê dê li ber welatên din jî vekirî bimîne piştî ku rêkarên xwe yên neteweyî temam bikin.
Rîyadê tekez kir ku ev destpêşxerîya vekirî armanca wê ew e ku ewlehîya hevpar xurt bike, berpirsyarîyê dabeş bike. Li alîyê din jî, welatên beşdar pabendbûna xwe bi temamkirina amadekarîyên sazkirinê nû kirin, ji bo hevbendîyê bidin destpêkirin da bi erkê xwe yê piştgirîya aramîya herêmî û navdewletî rabe.