Pekîn-SANA
Serokê Amerîkî Donald Trump îro Çarşemê, li ser vexwendina hevtayê xwe yê Çînî Şî Jîn Pîng, di seredaneke fermî de gihîşt Pekînê ku dê heta 15ê Gulana niha berdewam bike.
Ajansa nûçeyan a Çînî “Xinhua” li ser zarê Wezareta Derve ya Çînê ragihand: “Her du serok dê derbarê mijarên sereke yên têkildarî têkilîyên dualî yên her du welatan û aştî û geşepêdana cîhanê nêrînan pev biguherin.”
Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê Guo Jiakun di daxuyanîyeke çapemenîyê de tekez kir ku “Çîn amade ye ligel Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê kar bike ji bo berfirehkirina hevkarîyê û derbaskirina nakokîyan.”