Enqere – SANA
Serokkomarê Tirkîyê Receb Teyib Erdogan, di gotarekê de bi helkefta dehemîn salvegera “Roja Demokrasî û Yekîtîya Neteweyî” tekez kir ku Tirkîye îro bihêztir, bibiryartir û yekgirtîtir e. Erdogan dîyar kir ku dîroka 15ê Tîrmehê ne tenê pûçkirina hewldana darbeyê bû, belkû serkeftineke demokratîk a mezin bû, tê de gelê Tirk bi canê xwe vîn, serxwebûn û paşeroja xwe parast, û derseke dîrokî da hêzên emperyalîst û hevkarên wan, her wiha dirûşma “An serxwebûn an mirin” bi cî anîn.
Serokkomarê Tirkîyê bal kişand ser çend hîmên stratejîk:
- Têkoşîna li dijî terorê: Dewletê di nav 10 salên borî de, bê ku sistîyê bike, birrîna kokên rêxistina terorîst a “Gulen” ji nava artêş, dadgerî, sazîyên giştî û sektora karsazîyê berdewam kir.
- Parastina paşerojê: Şer hîn bi dawî nebûye; yekane rêya nehiştina derbasbûna rêxistinên terorîst bo nava dewletê, zindîhiştina “gîyanê 15ê Tîrmehê” û veguhestina hişmendîya wê ji bo nifşên pêşerojê ye.
- . Hêza hevgirtinê: Erdogan destnîşan kir ku planên xêrnexwaz ên navxweyî û navdewletî, dê li hemberî hevgirtina gelê Tirk têk biçin, û tekez kir ku çavkanîya herî mezin a hêza wan di yekîtî, piştgirî û biratîya wan a dîrokî ya xurt de ye.