Îslamabad – SANA
Îro Sêşemê, di encama teqînekê de li bazareke li bakurrojavayê Pakistanê, heft kes hatin kuştin û hinekên din jî birîndar bûn.
Ajansa Reutersê ji berpirsekî polîsên Pakistanê veguhast û got: Teqînek ku hîn nehatiye zanîn ka ji çi pêk hatiye, li bazareke li devera “Saray Norang” a nêzî bajarê Bannu yê li ser sînorê bi Efxanîstanê, rû da. Di encamê de heft kes hatin kuştin, ku du ji wan polîs û pênc sivîl in, her wiha bi dehan kesên din jî birîndar bûn.
Roja Şemîya borî jî, di encama teqînekê de li bajarê Bannu yê li bakurrojavayê Pakistanê, 12 kes hatibûn kuştin û pênc kesên din jî birîndar bûbûn.