Waşington-SANA
Serokê Amerîkayê Donald Trump duh Çarşemê ragihand ku eger Îran êrîşên xwe yên li ser keştîyan di Tengava Hurmuzê de bidomîne, dê derbên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li dijî Îranê bi awayekî darîçav zêde bibin.
Ajansa “AFP” ji zarê Trump, di peyameke wî ya li ser medyaya civakî de, veguhest ku wî gotiye: “Ev tolhildana wan êrîşan e ku Îranê duh li dijî keştîyan pêk anîne; eger ev yek dubare bibe, dê rewş pir xerabtir bibe.”
Trump ev hişyarîya xwe dema ku di balafira serokatîyê de ji lûtkeya Rêxistina Peymana Bakurê Atlantîkê (NATO) ya li Tirkîyê vedigerîya, ji rojnamevanan re dubare kir û ragihand: “Me vêga bi hêzeke pir mezin li wan xist.. Her cara ku ew li me bixin, em ê bîst qatî bêtir bersiva wan bidin”.
Navborî li dawîyê jî got: “Me şeva borî ev yek kir. Wan îro kiryareke biçûk pêk anî, lê di rastîyê de ew tolhildana tiştê ku şeva borî qewimîbû bû.”